Li Wan û navçeyên wê zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin

NAVENA NÛÇEYA  – Hate diyarkirin ku li Wan û navçeyên wê di serdegirtinên saetên serê sibê de polîsan û leşkeran bi ser dehan malan de girtine.

Hat diyarkirin ku di operasyonê de zêdeyî 30 kes hatine binçavkirin, parêzeran diyar kirin ku dibe ku ev hejmar bibe 60 kes. Hêj sedema binçavkirinê nehat hînbûn, hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.

Navên kesên hatin binçavkirin wiha hatin eşkerekirin:

Can Gören, Erol Sarî, Mesut Ûçer, Îsmet Yakut, Vedat Balîk, Diyar Aslan, Cevzet Yucel, Dilgeş Aslan, Ûmît Çobanhan, Kenan Îldenîz, Kadîr Ûçer, Abdulkadir Akdag, Şahîn Ozturk, Bulut Kaynak, Azat Kaya.

Nivîsa Pêş