TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqayê ji bo piştgiriya gerîla li dijî êrîşên bi çekên kîmiyawî yên dawî yên dagirkeriya Tirk li çiyayê Metîna duh danê êvarê xwepêşandanekî li dar xistin.
Xwepêşandan li ber çerxerêya saetê ya navenda bajarê Tebqayê, bi hilgirtina wêneyên Rêber Apo, wêneyên gerîla û qîrîna dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û daxwaza azadiya Rêber Apo destpê kir.
Piştî ku gihiştin ber bazarê Tebqayê, ji bo bîranîna giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin hat rawestîn. Piştre jî hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê Ehmed El-Elî daxuyaniyekî xwend. Daxuyanî wiha ye:
“Daxuyanî ji bo raya giştî:
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmiyawî yên herî hov li hemberî hevalên me yên gerîla yên bi biriyardariyekî bilind berdewam in, bi hedefa tunekirina biratiya gelan a di fikir û felsefeya Rêber Apo de.
Di saetên dawî de dewleta Tirk a faşîst di nava bêdengiyekî navneteweyî û binpêkirina qanûnên navneteweyî yên qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî de gelek êrîşên hovane li ser çiyayên Metîna pêk anî. Di van êrîşan de herî dawî 2 rêhevalên me şehîd bûn. Bi navê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tebqa, em soz didin şehîdên xwe ku emê tola xwîna wan hilînin, û emê di şop û rêya azadî û têkoşîna ku wan bi fikir û felsefeyê Rêber Apo re ji me re xêz kirine de bin. Em bang li hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê dikin ku li qadên azadiyê bisekinin û ji sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê hesap bên pirsîn.
Bijî berxwedana hêzên Gerîla
Em faşîzma Tirk şermezar dikin
Bimre îxanet
Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Tebqayê
13.05.2024”