DÊRAZOR – Desteya Ciwan û Werzîşê a Dêrazor li herêma Cedîd Bakara ji bo vekirina perwerdeyên alîkariya yekem, bernameyên komputer (Excel û Word), dirûtin, Înglîzî û Fransî û bidawîkirina nexwendewariyê bi rêveberiya dibistanê û mamosteyan re civînek li dar xist. Li ser perwerdeyan bi giştî û armanca wan nîqaş hatin kirin.
Hedefa van perwerdeyan pêşxistin û bilindkirina hişmendiya ciwanan. Di dawiya civînê de pêşniyar hat kirin ku ji bo mamosteyên dibistanên Bakara perwerdeyên komputer werin lidarxistin di bin çavdêriya Desteya Ciwan û Werzîşê de.
Her wiha, Desteya Ciwan û Werzîş lîstokekî futbolê di navbera dibistanên Cedîd Bekara û El-Şuhêl li dar xist, li lîstokgeha nû ya Dibistana Amadekar a Bakara.
Lîstok bi serkeftina Dibistana El Şuhêl bi 4-2 bi dawî bû.
Di dawiyê de ji aliyê rêveberiya Desteya Ciwan û Werzîşê û rêveberiya Komîteya Lîstikên Dibistanan ve hemû beşdar hatin rêzgirtin.