ZÛRÎCH – Endamên TCŞ’ê û TekoJIN’ê danê êvarê li Helvetiaplatz a Zurîh a Swîsreyê hatin cem hev.
Endamê TCŞ’ê yên Zurîhê Laşer Amed piştî deqîqeya rêzgirtinê li ser navê Şehîdên Şoreşa Kurdistanê daxuyaniya çapemeniyê xwend û destnîşan kir ku divê ciwanên Kurd li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên Tirkiye û dewletên Ewropayê yên li ser ciwanan têbikoşin.
Her wiha endamê TCŞ’ê Laşer Amed diyar kir ku li dijî tecrîda girankirî ya mutleq a li ser Rêber APO wê her tim li qadan bin û got, “Bi Rêber APO xwegihandina ciwanên azad pêkan e.”
Tevahiya daxuyaniya çapemeniyê wiha ye: “Ji vir û şûnde beriya ku banga xwe ya ji bo tevlîbûna Festîvala Ciwanên Kurdistanê bikin, em têkoşîna 26 salan a Rêber APO ku li Îmraliyê li dijî faşîzm û kolonyalîzmê li berxwe da, silav dikin û em soza xwe nû dikin ku weke Tevgera Ciwanên Ewropa. Em ê têkoşîna ku Rêber APO afirandiye bişopînin. Her wiha em hemû gerîlayên azadiya Kurdistanê yên ku tevî hemû teknîka dijmin li berxwe dane û bi ser ketine û hemû hevrêyên xwe yên di zindanan de, li çiyayên Kurdistanê azad bi felsefeya yek kulm û yek cerdevaniyê li berxwe didin, silav dikin.
Rêhevalên hêja, weke ku tê zanîn em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Di vê pêvajoya dîrokî de erka her ciwanê Kurd e ku erka xwe bi cih bîne. Di pêvajoyeke wiha de divê li dijî Tirkiye û dewletên Ewropayê yên ku bi polîtîkayên qirkirinê hewl didin ciwanên Kurd asîmîle bikin û civakekê tine bikin, têkoşîneke mezin bimeşînin. Weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, em hemû gelê xwe yê welatparêz, bi taybetî jî ciwan û jinên Kurdistanê vedixwînin Festîvala Ciwanên Kurdistanê ya Ewropayê ku em ê bi şîara “Çand zirxên hebûna me ye” li dijî polîtîkayên qirkirinê pêk bînin. li Freiburgê bê lidarxistin. Û em careke din dibêjin heta ku em bigihîjin Rêbertiya Azad û Ciwanên Azad em ê li qadan bin. Em ê li dijî polîtîkayên wan ên rastî rawestin. Û em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin. Bijî Serok APO, Ciwan Fedaiyên Rêber APO Ye, Bê Serok Jiyan Nabê.” got.
Di dawiya daxuyaniya çapemeniyê de dirûşmên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Berxwedana Zindana” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin, berxwedana gerîla û zindanan silav kirin.