NAVENDA NÛÇEYAN –
Di dîroka Franse de keçeke bi navê Jeanne D’arc hebû. Li hember Îngilizan liberxwe daye, ji bo Franse di warê netewî de gelek xebitiye û hîn jî qala mezinbûna wê tê kirin. Rihê Fransaye. Rihê berxwedanî, serxwebûn û azadiyê ye. Û Franse li ser vê bingehê mezin dibe. Li gel me ne yek, ne du, ne sê, tenê ne xweşewitandin, ji bo teslîm nebin bi sedan bomba bi xwe de teqandine, bi sedan keç û xortên me yên xwe di zinaran de avêtin hene. Yekî ku van nas neke û bêje; “dixebitim, wêrekim, xwediyê Kurdeyatî û Kurdistanê me” ew sextekareke mezine. Siyaset, wêje û dîrok li ser navê şer çi xebatê bide meşandin bila bike, ger li ser van nefikire vê jiyanê, siyasetê, şer û rih neke yek, tişta dike ji xiyanetê xirabtire. Yên ji ber vî welatî xwe dişewitînin, ji bo teslîm nebin bombayên xwe bi xwe de diteqînin nayên jibîrkirin.
Hûn nikarin bejin; “ez nikarim li ser van bifikirim û binivîsim. ” Ez nirx jî nadim van. Heke hûn wisa bikin; hûn ne ti tiştin, sextekarin, bêziravin, bê îmanin, nezanin û bê rihin. Heke hûn wisa bin nikarin bibin welatparêz jî. Nikarin bibin xwedî tiştên mezin. Nikarin bibin xwedî siyaset, xwedî riheke mezin û xwedî kesayetek rêber. Ev xwîn, ev şer ji bo kî bûn? Tişta min di hinavê xwe de hişîn kirî çiye? Hatiye ispatkirin ku ez beramberî gel rawestiyame. Min ji bo xwe ev xebat kir destpêkek û malê hemû gel. Yekîtiyek avabûye, serhildan pêşketine, riheke mezin ava dibe û ez di xwe de vê çawa dibînim? Divê mirov durist be û bi hinek tiştan jî nelîze.
Yên ku me winda kirine çibû? Yên pêwîste em bibînin û bigirin çine? Niha pirsgirêka me ya mezin; pirsgirêka ku pêwîstiya vî gelî bi çi heye, wê çawa bibîne, çawa bigire û çawa biparêzê ye. Pêwîste xebat di vê derbarê de be; ji ber girêdayî heve. Welatek tê xwestin! Em nikarin bê welat baxivin, nikarin gavek bavêjin, nikarin serbixwe û azad bijîn. Ancex bi gihiştina welatekê re wê nirxê zarok, malbat, jin û zilam çêbe. Welat nîne, gel jibîr bûye, serxwebûn û azadî nayê bîra ti kesî û axiftin nîne. Her tişt di nava ferdiyetê de xeneqiye, tine bûye. Malbatek heye ku tiştek tê de nemaye; ji derveyî mirin, rezîltî û ketîbûnê. Ji bo înkara welat, înkara netew, gel û gelan çi pêwîste ev hemû di kesayeta Kurd û têkiliyên malbatî de heye. Ev girêkeke mezine.
Yekî ku dibêje ji bo welat difikirim, heke vê girêkê bibîne li ser nesekine, nikare tiştekê bike û wê ti nerxeke tiştên dibêje jî nebe. Ez li vir ketina hemû gel û kesayetan dibînim. Min bi xwe ev rewş qebûl nedikir. Ji bo rastiya vî gelî tiştên pêwîste rast bên gotin axaftin, ev welat bibîr anîn, fikirandin û anîna ziman ji bo we gaveke. Ya ji vê girîngtir, welatê hineke din di vê rewşê de be, başe tu ji bo welatê xwe çi bikî? Him dibêjî ez yekî welatparêzim, him jî ji bo welatê xwe tiştekê nakî, wê demê tu yekî direwkerî. Em kesayetên wisa bêkes û pir lewaz re rû bi rû ne. Lê min ev ji xwe pirsî û got; “ji pirsa te ji xwe kirî û rewşa ku derxistî zanebûnê pêwîste tu bi ti awayî jênerevî. ” Tu nikarî bêjî; “Çi ji vî welatî tê bila bê, dibe yê kî bila bê, kî pê dilîze bila bilîze, kî difiroşe bila bifiroşe, min eleqedar nake. ”
Heke wisa bikî bêyî ku bikevî ferqê wê tu jiyanê winda bikî. Heke bêjî; “înkar bikim birevim, pê bilîzim birevim, jibîr bikim birevim” vaye Kurdê kor eve, Kurdê ketî eve û Kurdê girêdayî dijmin eve. Ger kesayetek durist bi welat ve hatî girêdan û pirsgirêk çareser bike hebûya, wê min rojê çil caran jê re xizmet kiriba û her tiştê xwe dabanê. Min dixwest ji bo welat bi salan ji kesekî re xizmetê bikim. Min kesek ku xwe û xwîna xwe ji bo welat feda bike nedît. Min dixwest ji mezinên me re, ji şervanên me re, ji Barzanî bigire, heta komûnist û dîndaran re xizmet kiraba. Piştre min dît ku hemû sextekarin. Hemû bûne kesayetên lewaz, bi mesele û fikrên mezin re dilîzin. Ev rewş nayê pejirandin. Bi vê kiryara dikin ve qîmeta ku zarokek dide ew nadin welatê xwe. Cewherê wê nîne, hikmeta wê nîne, nirxê wê nîne, ne xwedî gotinên xwe ne. Ma ji ber mezin wisanin û me wisa dîtiye ez ê birevim? Na! Ez ê ji hemûyan hesap bixwazim.
Rêber APO
Çavkanî: Dîrok Di Roja Me De Veşartiye