Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Perwerdehiya bi zimanê dayîkê mafê herî rewa ye

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bang li her kesî kir ku rê nedin asîmîlasyonê.

Edîtor: Nucan Serdoz
15/05/2024 - 10:30
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK’ê bang li her kesê kir ku li ber êrişên qirkirina Kurdan rabin!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Cejna Zimanê Kurdî li dijî polîtîkayên bişaftinê qezenckirina zanebûnê, li dijî siyaseta tunekirinê berxwedan û li dijî feraseta bê bîr hîştinê, roja xwedî derketina bîra civakê ye! Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Em bi ser navê Komîteya Perwerdehiya KCK’ê Cejna Zimanê Kurdî di serî de ji Rêber APO re ku hêviya azadiya gelê me gihand asta tekoşînekî bê hempa û di vê oxirê de ti astengan nas nekir, şehîdên me yên nemir ku di oxira hebûn, ziman, nirx û azadiya gelê xwe de xwe gihandin bêmiriniyê, her wisa ji gelê me yê berxwedêr ku di gel her cure qedexe, zext, çewisandin û mirinan dest ji zimanê xwe berneda û li hember neyar çok nedanî, pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi van gotinên Rêber APO jî hate kirin: “Asta pêşketina ziman, asta pêşketina jiyanê ye. Civakekî zimanê xwe yê dayîkê bi çiqasî pêşxistibe, asta xwe yê jiyanê jî bi hewqasî pêşxistiye. Her wisa bi çiqasî zimanê xwe wenda kiribe û ketibe bin serdestiya zimanên din, bi hewqasî hatiye dagirkirin, dûçarî bişaftin û qirkirinê buye. Civakên vê rastiyê dijîn, di aliyê hişmendî, exlaq û estetîkî de nikarin xwedî jiyanekî bi wate bibin û wek civakên nexweş heya tûnebûnê wê bibin mehkûmê jiyanekî trajîk.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin: “Ji ber vê rastiyê ye ku ziman nasname û bîra hevbeş a civakan e. Parastin û pêşdebirina bîra hevpar a civakê, girêdayê parastin û pêşdebirina zimanê dayîkê ye. Pratîka ku tê de înkar bi qirkirinê re dibe ye, qedexekirina zimanê dayîkê ye. Weke qedexe, metirsîdar û cihêkar pênasekirina zimanê Kurdî, di eslê xwe de siyaseta ji holê rakirina hebûna Kurd e. Pêwîste em jî li dijî vê qirkirinê bi axaftina Kurdî, bi nivîsandina Kurdî û bi rêxistinbûnê li berxwebidin û têkoşîna xwedî lê derketin û bilindkirina asta ziman ji her demê zêdetir bimeşînin. Di vê xalê de bi qasî têkoşîna li dijî bişaftinê, li dijî xwe bişaftinê jî bi rojane di nav têkoşînê de buyîn erkê jêneger a her Kurdekî xwedî baweriya siberojên azad e.

Divê em ji bîr nekin; Perwerdehiya bi zimanê dayîkê mafê herî rewa ye, ji bo bidestxistina vê mafê di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistinkirin û derbasbûna çalakiyan jî him mafekî rewa a destjêneger û him jî pêdiviyek e!

Tespîta bi navê; ‘Rastî nîne, ziman heye.’ Di xwebûna gelekî de rista jênegeriya ziman radixe ber çavan. Di vê wateyê de zimanê Kurdî, rastiya xwebûna gelê Kurd e. Xwedî derketina ziman ku tê xwestin bi riya hemû amûrên tûndî û şerê taybet bê tûnekirin, weke dûh, îro jî pêdiviya herî sereke a hebûna me, baweriya biserxistina têkoşînê û li hember dîrokê jî deynê situyê me ye.

Lewra pêwîste gelê me li her cihê lê ye axaftin û nivîsîna bi Kurdî wek çalakiya bêmiriniya zimanê dayikê bibîne, li her cihê, tekoşîna xistina bin ewlehiyê a perwerdeya bi zimanê dayikê û rakirina astengiyên zagonî a li pêş bikaranîna zimanê dayikê tekoşînekî bi hêz û domdar bimeşîne û ti caran rê nede polîtîkayên bişaftinê ên bi feraseta yek zimanî.

15’ê Gûlanê Cejna Zimanê Kurdî ku di heman demê de salvegera 92’yan a damezrandina Kovara Hawar’ê ye careke din li gelê xwe û hemû gelên din pîroz dikin, di kesayeta Celadet Elî Bedirxan û rêhevalên wî de kesên ku bi ked û berdêlên giranbûha zimanê Kurdî pêşxistî û parastî silav dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Duran Kalkan: Li dijî Rêber APO hevkariya sûc heye

Nivîsa Pêş

Li Mexmûrê 108 xwendevanên dibistna Amadeyî qedandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Mexmûrê 108 xwendevanên dibistna Amadeyî qedandin

Li Mexmûrê 108 xwendevanên dibistna Amadeyî qedandin

Ciwanên Sûriyê Pêşerojê belavkirina broşûrên danasîna Netewa Demokratîk didomin

Ciwanên Sûriyê Pêşerojê belavkirina broşûrên danasîna Netewa Demokratîk didomin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.