MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê ve zarok roja zimanê Kurdî pîroz kirin. Li Parka Şehîd Aryen Cûdî bi erbane yên xwe ve stran hatin gotin.
Endama Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûr Nalîn Gokalp jî nerînên xwe anî ser ziman û got: “Di serî de em wek Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûr ê 15’ê Gulanê di tevahî gelê Kurd pîroz dikin. Wek te zanîn roja zimanê Kurdî ji bo me giringe. Zimanê Kurdi ji bo me nirxekê.” Aliyê din de jî Gokalp ser êrîşên dewleta tirk a dagirker sekinî û got: “Dewleta tirk ji her ku dixwaze zimanê Kurdi ji kokê rakê. Her roj zor û zahmetiyan ser gelê Kurd dide meşandin da ku zimanê xwe ji bîr bike, nasnameya xwe ji bîr dike. Her ku diçe em ê zimanê xwe, çanda xwe, hebûna xwe xort bikin.”
Bi we berxwedanê endamên Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê li Parka Şehîd Aryen Cûdî bi erbanê yên xwe stran digotin û nerînen keçan ser giringiya 15’ê Gulanê dipirsin.