ŞEHBA – Îro li qampa Berxwedan a girêdayî navçeya Fafînê ya Şehbayê bi boneya cejna zimanê kurdî, roja ku di sala 1932’an de ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve yekem car bi tîpên zimanê Kurdî yên latînî kovara Hewarê dest bi weşanê dike, şahiyeke girseyî ji aliyê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) ve hat lidarxistin.
Şahiyê di bin dirûşmeya “Civaka Xwe Gihandibe Ziman Bûye Sedema Bi Hêz a Jiyanê” de bi girtina deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Piştî wê li ser navê Desteya Perwerde û Hîndekariyê mamoste Fadil Çawîş axaftin kir û cejna zimanê kurdî li Rêber Apo, zimanhezên azad, gerîlayên azadiyê, tevahî mamoste û gelê Kurd pîroz kir û da zanîn ku gelê ku bi zimanê xwe nejî her tim li ber têkçûnê ye.
Piştî wê spasname û peyamên ji bo cejna ziman hatin xwendin û berdevkê Meclîsa Malbatên Şehîdan ê bi navê Cûdî Cûdî axaftin kir û roja cejna zimanê kurdî pîroz kir. Her wiha, da zanîn ku ziman hîmê bingehîn a serxistina şoreşan e û şoreşa 19’ê Tîrmehê jî di bingeha xwe de serxistina asta zimanê kurdî û fêrbûna wê bingeh girt.
Piştre rêzegrupên stranan hatin pêşwazîkirin. Di serî de grupa stranan a şehîd Viyan Amara, koma Berxwedan û koma şehîd Şaha hatin pêşwazîkirin û stranên xwe bi girtina govendê pêşkêş kirin. Her wiha, grupên govendê ya şehîd Kendal û şehîd Avêsta jî hatin pêşwazîkirin.
Şahî bi dîlan û kêfxweşî bi dawî bû.