MINBIC – Hevgirtina Rewşenbîran û Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Minbicê di bin diruşmeya “hilbijartinên şaredariyan berpirsiyariya her kesî ye” komxebatekî ji bo hilbijartinan û danasîna wan lidarxistin. Ev yekê li navenda Yekîtiya Rewşenbîran bi beşdariya dehan şênî pêk hat.
Di serî de ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin dest pê kir. Li ser şaredarî û hilbijartinan nîqaş hatin kirin û hate gotin ku her kesê ku ji bo vê wezîfeyê bibe namzed divê xwedî li berpirsyariya gel be.