DÊRAZOR – Desteya Ciwan û Werzîşê û Meclisa Werzîşê yên Dêrezorê li herêma El-Maamel hemleyekî çandina daran li dar xistin, di bin diruşmeya “Daristankirin erkek niştimanî ye, darek ji bo her welatiyekî” de.
Armanca vê kampanyayê parastina jîngehê û xweşîkirina herêmê, bi avakirina cihên kesk û bilindkirina nirxên berpirsiyariyê.
Ev hemle bi taybetî ji ber wêraniya ku di rojên dawî de bandor li herêmê kir tê li darxistin.
Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê diyar kir ku van çalakî yên bi armancê vejînê jiyanê, kombûna civakê û parastina derdorê wê berdewam bin.