HESEKE – Hemleya civînan herêm bi herem ji bo hazirtiya kongreyê Yekîtiya Jinên Ciwan didome. Di vê çarçoveyê de îro Yekîtiya Jinên Ciwan li Kampa Waşokanî ya penaberên Serekaniyê, girêdayî Heseke, civînekî li darxistin.
Civin bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan despêkir. Rêznameya Yekîtiya Jinên Ciwan bi zimanê kurdî hat xwendin û piştre nîqaş ji bo xurtkirina kar û xebata jinên ciwan hatin vekirin.