BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî dewam dikin, droneyeke bombebarkirî jî bi çalakiya sekvaniyê ya gerîla hate îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî da:
“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
15’ê Gulanê saet di 01:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê li hemberî dagirkerên ku hewl didan teqemeniyên qedexekirî li ser tunelên me bi cih bikin, bi çekên ferdî çalakî hate kirin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
15’ê Gulanê saet di 12:16’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê droneyeke bombebarkirî ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin.
15’ê Gulanê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
15 û 16’ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Girê FM a li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 11 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr êriş li dijî tunelên me hate kirin.
15’ê Gulanê saet di 17:45’an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tunelên me carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
15’ê Gulanê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Dergelê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
15 û 16’ê Gulanê li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Qesrokê û Golkayê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”