MEXMÛR – Ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve, hatin û çûyîna Hewlêrê û giştî herêmên di bin serweriya PDK’ê de, li gelê Mexmûrê hatiye girtin. Piştî wê ji sala 2021’an ve PDK nahêle xwendevanên Mexmûrê li Herêma Kurdistanê bixwîne û xwendevanên Mexmûrê ji mafê xwe yê rewa ya xwendina zanîngehê bê par tên hiştin.
Gelek hewildan hatin kirin da ku li Silêmaniyê rêya xwendinê bê vekirin, lê belê ev yek jî nehat qebulkirin. Ji ber vê yekî xwendevanên Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn ji bo mafê xwe yê rewa ya xwendina zanîngehê meşek li dar xistin.
Meş ji Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn destpêkir û heta seytereya Iraqê berdewam kir. Di meşê de pankartên bi zimanê Kurdî û Erebî ku têde ‘xwendin mafekî gerdunî ye’ hatibûn nivîsîn hatin hildan.
Li ber seytereyê, Komîteya Karên Derve yê wargehê û rayedarên berpirs ên Iraqê li ser lingan hevdîtinek pêkanîn û rayedaran gotin, emê vê daxwaza we bigihînin cihê eleqeder.
Piştî wê ji aliyê xwendevanan ve daxuyaniyek bi zimanê Kurdî û Erebî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê xwendevana bi navê Şirîn Oren ve hat xwendin.
Daxuyaniya xwendevanan wihaye;
“Ji bo wezîrê perwerdê yê Iraqê, ji salên 90’î heta niha em li ser xaka Iraqê wek penaber dijîn. Me ji destpêka penabertiya xwe ve, girîngiyek mezin daye xwendinê. Rûxmê bê derfetî û êrişan jî me dest ji xwendinê bernedaye. NY jî di vê mijarê de em fermî pejirandine û ji destpêkê ve dest bi parastina mafê me yê xwendinê kirine. Iraq jî li gor zagona xwe ya 1971’an a jimara 51’an, bi fermî me weke panaberên siyasî qebulkirine. Ji sala 2021’an ve pêşiya xwendina me hatiye girtin û em nikarin biçin zanîngehê.
Her çiqas xwendin di sedsala 21’an de mafek rewa be, lê hîn jî em ji vê mafê bêpar tên hiştin. Em wek xwendevanên Mexmûrê dixwazin bixwînin! Em dixwazin ji bo civaka Mexmûr û gelê Iraqê bibin bersiv. Ji bo ku ev daxwaza me pêk were, di serî de Wezareta Perwerdê, Hikumeta Iraqê û NY bi hev re vê rewşa me li ber çavan re derbas bikin û çareseriyek pratîkî pêkbînin.
Em ji we daxwaz dikin ku li erk û berpirsyartiyên xwe, xwedî derbikevin. Pirsgirêka me ya xwendina zanîngehê çareser bikin. Em dixwazin ji xwendevan û mamosteyan şandeyek were amadekirin û bi Wezîrê Perwerdê re hevîditinek bike. Her wiha em dixwazin lijneyek ya perwerdeyê were wargehê û rewşa me bibîne.”
Piştî daxuyaniye meşa xwendevanan bi dawî bû.
Çavkanî: RojNews