PARÎS – Li gorî agahiyên ku ANF’ê bidestxist, polîsan avêtin ser welatparêzên Kurd ên li navenda Parîsê û banliyoyên Drancy û Vîllîsers-le-Bel dimînin.
Hate hînbûn ku di serdegirtinan de ku sibeha 15’ê Gulanê pêk hatin, 10 Kurd hatin binçavkirin.
Hate hînbûn aloziya ku di dawiya meha Adarê de dema ku li balefirgeha Roissy-Charles-de-Gaulle hewl hat dayîn dersînorkirna penaberekî Kurd ji Fransayê were astengkirin qewîmî, weke sedema binçavkirinan hatiye nîşandan.
Nêzî 30 kes di 27’ê Adarê de li termîla 1 a Roîssy dersînorkirina penaberê Kurd protesto kiribûn. Penaberê Kurd tevî bertekên giran û bi zanebûna ku Tirkiyeyê were girtin, hatibû dersînorkirin. Ji ber ku polîsan bi tundî mudaxeleya xwepêşandaran kiribû, alozî derketibû.
Hate ragihandin ku nêzî 50 polîs tevlî operasyona binçavkirinê ya li Parîs û derdora wê bûye. Dozgeriya Bobîgny lêpirsînê hewaleyê poîsên sînor kir.