TEBQA – Hemleya civînan herêm bi herem ji bo hazirtiya kongreyê Yekîtiya Jinên Ciwan didome. Di vê çarçoveyê de îro Yekîtiya Jinên Ciwan a navçeya Tebqayê civînekî li darxist.
Di civînê de endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên bajar û gundewarên Tebqa û jinên endamên saziyên Rêveberiya Xweser a bajêr amade bûn.
Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre li ser rewşa jinan li Tebqa, zehmetî û pirsgirêkên jinan di civakê de axaftin hatin kirin û ji bo çareseriyê wan gelek pêşniyar hatin pêşkêşkirin. Li ser lidarxistina Kongreyekî giştî ya ji bo jinên ciwan jî hat nîqaşkirin û hat diyar kirin ku di vê kongre de dê encamên nû derkevin holê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan wê di meha Gulanê de bê lidarxistin.