NAVENDA NÛÇEYAN – Xwendekarên Kurdistanî û JXK (Jinên Xwendekarên Kurdistan) ji bo fîlmên Komuna Fîlman a Rojava pêşandanek li dar xist. Di çalakiya temaşekirina fîlman de fîlmên “Moka Sa, Kêra koh, Navê Min Li Ser Kevireki ye” hatin nîşandan.
Di çalakiya ku xwendekarên Kurd û gelek xwendekarên enternasyonalîst jî tê de beşdar bûn, piştî temaşekirina fîlman li ser fîlman nîqaş hatin kirin.
Daxwaza ji bo fîlm û estetîkên îdeolojîk ên ne-ewropî, pir zêde ye û kesên beşdarî bernamê bûn diyar kirin ku bi taybetî xwendekar ji bo ku bêtir fîlmên bi vî rengî werin çêkirin divê bi her awayî tevkariyê bikin û piştgiriyê bidin xebatên wiha.
Endamên JXK’ê diyar kirin ku çalakiyên bi vî rengî wê di pêşerojê de jî bidomin û ew ê piştgiriyê bidin fîlm û belgefîlmên ku çand û nirxên Kurdan nîşan didin.