ŞEHBA – Îro Komîteya Parastinê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan yên kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê Şehîd Hakî Karer bi bîr anîn û bi vî rengî helwesta xwe li hember êrîşên dagirkeriyê li ser axa Kurdistanê nîşan dan.
Ciwanên û Jinên Ciwan dan diyarkirin ku heya gihîştina zaferê û tevahî xaka Kurdistanê rizgar bikin wê sileha Şêhîd Hakî Karer li ser milê wan be. Her wiha, ciwan di daxuyaniya xwe de anîn ser ziman ku “Bi rizgarkirina axa Kurdistanê wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî misoger bibe.”