NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) şehîdên 18’ê Gulanê bi bîr anî.
HBDH’ê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Meha Gulanê di dîroka şoreşa cîhanê û têkoşîna şoreşê ya Tirkiye û Kurdistanê de, yek ji wan mehane ku şer lê herî zêde bûye. Li cihê ku em lê ne, yek ji rojên ku vê taybetmeniyê bi meha Gulanê dide qezenckirin, 18’ê Gulanê ye. Li Tirkiye û Kurdistanê şer û berxwedan di 18’ê Gulanê de gihiştiye lûtkeyê û bi taybetmendiya xwe ya zindî û afirîner tê wateya qonaxeke dîrokî ya ku roj û siberojê diyar dike. Di takvîman de ne rojek ji rojan e, dîroka israra di şoreşê de, serketin, têkbirina dijmin û fetihkirina siberojê ye.
Yên ku 18’ê Gulanê veguherandina cewherê têkoşîna me ya şoreşa yekbûyî; şoreşgeriya pêşeng û xeta rêbertiya şoreşger a Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û Çaran (Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mehmet Zengîn û Necmî Oner) e. Her yek ji wan bi berxwedaniya xwe berê têkoşîna me ya şoreşa yekbûyî diyar kirine.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin:
“Gelek wezîfe û berpirsyariyên têkoşîna şoreşa yekbûyî li benda me ne. Rêberê şoreşger ê nemir Îbrahîm Kaypakkaya, şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Karer û Çaran ên ku agirê bawerî û berxwedanê xistin Zindana Amedê, rêya têkoşîna me ya şoreşa yekbûyî ronî dikin. Rotaya şoreşa yekbûyî, rêya agir a ji 18’ê Gulanê ye. Em soz didin wan; şoreşa yekbûyî wê bi ser bikeve, gelên me wê bi ser bikevin, faşîzm wê têk biçe!”