BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çapemenî û raya giştî re parve kir.
Agahiyên wiha ne:
Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
– 11’ê Gulanê di saet 12.25’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.
– 17’ê Gulanê di saet 13.30’an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM çalakiya koordîneyî hate lidarxistin. Baskê yekem ê çalakiyê; bi rengekî bi bandor li kepçeya dagirkeran xist û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Baskê duyem ê çalakiyê; derbe li 2 çeperên ayîdê dagirkeran xist.
– 17’ê Gulanê di saet 15.50’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.
– 17’ê Gulanê di saet 16.00’an de bi taktîka sekvaniyê li kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
– 17’ê Gulanê di saet 20.40’an de bi taktîka sekvaniyê li kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û hate îmhakirin.
Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
– 16, 17 û 18’ê Gulanê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, 18 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr, carekê bi dronên bombebarkirî û 5 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.
– 16’ê Gulanê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi çekên kîmyewî hatin bombebarankirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
– 16 û 17’ê Gulanê qada Sinînê ya herêma Xakurkê 2 caran, qada Girê Zengil û Deşta Kafya ya herêma Garê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Bêşîlî, Şêlazê, Dergelê û Serê Metîna ya herêma Metînayê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
– 16’ê Gulanê Qadên Berxwedanê ya Şêlazê, Golka û Dergelê yên herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”