REQA – Îro danê sibê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta herêmên rizgarkirî bi dirûşmeya “Bi ruhê ciwanan em ê komploya navneteweyî bi dawî bikin û cenga azadiyê serbixin” konferansa “Rêbertî û ciwan” li Reqayê li dar xistin. Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji herêmên rizgarkirî beşdarî konferansê bûn, ku li navenda Tevgera Çand û Huner pêk hat.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir û piştre Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a navçeya Tebqayê Mazlûm Yûsif axivî. Mazlûm Yûsif di axaftina xwe de bal kişand ser rola ciwanan di nava parastinê civakê de, li ser rola ciwanan ya bingehîn di avakirina hêzên leşkerî de û li ser destkeftiyên wan. Di aliyekî din de jî diyar kir ku ciwan pewist e roleke mezintir di nava civakê de bigrin da ku ruhê xwe bigihînin tevahî civakê. Mazlûm Yûsif got ev berpirsyariyekê girîng e li hemberî her siyaseta ku dijmin dimeşe ye.
Her wiha, perspektîfên Rêber Apo ji bo ciwanan ji aliyê berdevkê Meclîsa Ciwanan a Partiya Sûriyê Pêşerojê Ehmed El-Cumelî ve hatin xwendin.
Konferans bi nîrxandin li ser rola ciwanan di çarçoveyê ramanên Rêber Apo de wê berdewam bibe.