MEXMÛR – Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê komxebatekê bi şîara “Bi rihê Sara û Bişengan wê Xwedewendên Serdemê Tecrîdê Bişkinin, Rêber APO Azad Bikin” li dar bixin.
Di 23’ê û 24’ê Gulanê de Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê komxebat li ser Jin û Rêbertî li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûre li dar bixin û hemû Jin û Jinên Ciwan dewat dikin. Di dawetnameya ku hatiye belavkirin de ev xusus hatin diyar kirin, “Wek tevgera jinên ciwan ku li ser rêya têkoşîna jina azad de dimeşin, pêwîste hemû jin û jinên ciwan rola pêşengtiyê bilîzin. Li ser vê esasî di pêvajoyekê wiha de beşdarbûna herkesî girîng e.”
Jinên Ciwanên Mexmûrê bi vê komxebatê ve rol û misyona jinên ciwan bermaberê xwedî derketina fikir û felsefeya Rêbertî de binirxinin û niqaşan bikin.