REQA – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh gundên kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kirin. Di encamê de 4 zarok birîndar bûn. Zarokek ku bi giranî birîndar bibû, îro şehîd bû.
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên herêmê û hedefkirina zarokan şermezar kirin.
Daxuyanî li ber avahiya desteyê ya li bajarê Reqayê bi amadebûn endamên tevgerên jinan hat dayîn. Cîgira seroka Desteya Jinan Sewsen El Xelef daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê kuştina zarok û jinan hate şermezar kirin û hat gotin “asta hovîtiya dagirkeriya dewleta Tirk li herêmên me nîşan da û tekez kir ku ji bo aramî û ewlehiyê her tiştê ku ji destê me tê pêwîste em pêşkêş dikin.”