MINBIC – Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê îro danê sibê bi dirûşma “Bi ruhê şehîdan em ê berxwedanê geş bikin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin” merasîmek li Hola Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Minbicê şehîdên 18’ê Gulanê bi bîr anîn. Saziyên sivîl û leşkerî, tevgera ciwanan û tevgerên jinan beşdarî bîranînê bûn.
Ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê Meryem Reşîd şehîd bi bîr anîn û got: “Em ê şopdarên rêya şehîdan bin. Em ê têkoşînê mezin bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. Ramanên Rêbertî ji bo gelên bindest çirûska bû.”
Piştre sînevîzyonek li ser şehîdên 18’ê Gulanê hat pêşandan û Koma Vejîn a Stranan jî stran gotin.
Merasîm bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.