NAVENDA NUÇEYAN-
“Bi dehan metre di bin axê de, şev û roj, serma û germahiyê de, zivistan û havîn de, bi israr û îddîa çi digerin? Çi digerin zarokên rojê… Şervanên jiyana azad… Dilsozê Kurdistanê. An jî çi ye nave wan, em çawa bina bikin wan lêgerînvanan? Kî ne, ji ku hatine, çi dixwazin? Çi dixwazin ji axê? Di nava dilê
çiyayên bilind de çi digerin? Dibe ku nêçîrvan bin!?
Nêçîrvanên xezîneyê yên hemdem! Zêra digerin yan zîva? Çi wundakirine, bêhenase lê digerin? Çima nabînin, çima evqas dûr dikeve tişta ku lê digerin? Bûne bezvanên ji agir ketine pey hedefa xwe. Qet naşikê hêviya wan, qet jê naçe kenê ser rûyê wan. Qet devjê bernadin. Sebra wan sebrek îlahî ye. Tim bi ken û coş
dimeşin ser astengiyan de. Tu kesî nedîtiye ew têk çûne. Tİm qezeckirine, serketine. Destê wan de bêr, tevir, erebok; serê wan de fenerê wan… Pêş ve diçin. Diçin û hey diçin Evîna Ferhad û Şîrîn jî derew derxistine, bûne Ferhadên hemdem. Ferhad ji bo evîna xwe çiyayekî kun dike û hîn jî dîrok wê bibîrtîne. Lê ew lêgerînvanên heqîqetê di dilê çiyayên azad de cîhanek afirandin e. Cîhana jiyana azad. Ji bo civakan, ji bo hemû mirovahîyê…
De bila dîrok binivîsîne nave wan, bi tîpên zêrîn… Gerilayên Modernîteya Demokratîk… Ev e nave wan. Belê, bi dehan metre di bin axê de, tam di dilê çiyayan de tunelan dikolin. Tunelên berxwedanê, ji bo jiyanê. Ji ber ku fermandarê wan Mazlum Doğan gotibû: Berxwedan Jiyan e… Ji bo fermanaxwe pêk bînin dest bi kolandina tunelan kiribûn. Tunelên berxwedanê û şerê jiyanê. Berxwedêrên tunelan… Piştî dewleta tirk a dagirker, dijminê hebûna Kurdan bi teknîka xwe ya qirêj xwest “asîmanên Kurda” dagir bike û wan li ser rûyê erdê tune bike, şervanên fedaî yên Rêber APO, keç û xortên axa Kurdistanê ji bo hebûna gelê xwe ji qirkirinê xilas bikin bi afirînêriya demê rêbazên nû pêşxistin. Bi vê rêbazê hemî planên dewleta tirk a faşîst û têknîka herî pêşketî vala derxistin. Ev, rêbaza tunelan bu ku hem di gelek şerên ku dîrokê de qewimîne de hatiye karanîn hem jî ji hêla Rêber APO ve hîn di salên 90’î de hatiye bilêvkirin. Îro jî şervanên Rêber APO di wan tunelan de şerê hebûn û azadiyê didin. Her ku pêş de diçin rêbazên nû dibînin û hîn bi awayekî pispor wan tunelan bikartînin. Hem tê de xwe diparêzin hem şer dikin û jiyana azad diafirînin. Di wan tunelan de destanên şer dinivîsînin û dibin qehremanên demê. Dijminê faşîst li hember wan çalakiyan matmayî dimînin û destpêkê di ware derûnî de têkçûyînekî jiyan dike. Nikare xwe ragire û gelek wundahiyan dide. Îro di tunelên berxwedanê yên Zap, Avaşîn û Metîna de şerekî dîrokî tê meşandin. Şervanên azadiyê ji hêlekî ve şer dikin hêlekî ve jî kolandina tunelan berdewam dikin. Dîroka azadiyê bi keda destê wan tê nivîsandin.
Belê… Îro dilê Zapê wargeha qehremanên Kurdistanê ye. Şervan, ji dilê axê de bersiva êrişên qirkirinê didin. Çarenûsa Kurdan ji nû vet ê nivîsandin. Bi destê qehremanan… Û ev çarenûs edî ne çarenûsa koletî û qirkirinê ye… Çarenûsa azadî û serkeftinê ye! Tunelên şer û berxwedanê bûne şahidê gelek qehremanan . Di nava şerekî dijwar de şahidî ji têkoşîna keç û xortên Kurdistanê kirine. Mîna Şehîd Helbest Koçerîn û Şehîd Baz Mordem…”
Çavkan: Kovara “Yurtsever Genç Kadın” hejmara Gulan- Hezîran