STENBOL – Polîsan êrîşî çalakiya ji bo bîranîna şoreşgerên meha Gulanê şehîd Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner ku ji aliyê rêxistinên ciwanan ve hatin lidarxistin, kirin.
Di çalakiya danê êvarê ya li ber Sûreya Opera ya Kadikoyê de 20 kes hatin binçavkirin. Ciwan di wesayîta binçavkirinê de bi saetan li pişt pişta xwe kelepçekirî hatin girtin û rastî tundiya fîzîkî hatin. Dema ku ji bo kontrola tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê yek ji çalakgeran rastî tundiya fîzîkî hat û tiliya wî qut bû.
Ji 20 ciwanên ku piştre birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya Fatîhê 17 kes bi şev piştî îfadeya wan hatin berdan. 4 kesên ku sewqî dozgeriyê hatin kirin danê sibê sewqî Edliyeya Anadoluyê hatin kirin û li wir bi kelepçe li pişta wan hatin girtin.
Şaxa ÖHD’ê ya Stenbolê di hesabê xwe yê medyaya virtual de wiha got: “Muwekîlên me li edliyeyê rastî îşkenceya kelepçeyê tên. Bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: “Polîsên ku li gel îtîrazên me kelepçeyên piştê nadin, sûc dikin.”
Ciwanên bi kelemçeyên bi pişt ve hatine sekinandin û kirariyên wan yên îfadeyê hatine temamkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Her 4 ciwan bi hinceta ‘berxwedana li dijî polîsan’ hatin girtin. Yek ji wan şandin Girtîgeha Jinan Bakirkoyê yên din jî şandin Girtîgeha Maltepeyê.