Meclîsa ÎSÎG’ê: Di 11 salan de herî kêm 2500 karkerên ciwan jiyana xwe ji dest dan

Li gorî rapora Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) a der barê qezayên kar, di 11 salên dawî de herî kêm 2 hezar û 500 karkerên ciwan li Tirkiyê di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.

NAVENDA NÛÇEYAN – Di raporê de mirina karkerên ciwan ên ji sala 2013’an û vir ve pêk tên, windahiyên ku her sal tên jiyîn bi berfirehî tên vegotin. Li gorî vê yekê di sala 2013’an de 193, di sala 2014’an de 226, di sala 2015’an de 222, di sala 2016’an de 232, di sala 2017’an de 225, di sala 2019’an de 206, di sala 2020’an de 202 karker, di sala 2021’an de 174, di sala 2022’yan de 252, di 2023’yan de 260 û di 4 meh in 2024’an de 75 karkerên ciwan jiyana xwe ji dest dane.

DI QEZAYÊN KAR DE ÇANDINÎ Û AVAHÎSAZIYÊ SEREKE NE 

Di raporê de, di navbera 2013 û 2024’an de di mirina qezayên kar de sektorên avahîsazî û çandinî sereke ne. Di sektorên avahîsaziyê de 656, di çandiniyê de 424, di cihên razanê û şahiyê de 203, di veguhestinê de 162 , di sektora metal de 149 , di madenê de 146 , di sektorên bazirganî, ofîs, perwerde û sînemayê de 114 û di xebatên giştî û şaredariyan de 90 karkerên ciwan jiyana xwe ji dest dane.

QEZAYÊN TRAFÎKÊ Û KETINA JI CIHÊN BILIND DI RÊZA YEKEM DE NE
Di raporê de ku sedemên mirina karkerên ciwan jî cih digirin, di navbera salên 2013 û 2024’an de 590 ji ber qezayên trafîkê, 407 ji ber ketina ji cihên bilind, 385 ji ber perçiqandin û hilweşînê, 231 ji ber elektrîkê, 201 ji ber jehrîbûn û xeniqînê, 154 ji ber tundiyê, 113 ji ber teqîn û şewatê, 95 ji ber xwekuştinê, 72 ji ber qeyrana dil û xwînrijiya mejî, 57 ji ber ketinû, 29 ji ber qutbûn û birînê û 166 karkerên ciwan ji ber sedemên din jiyana xwe ji dest dane.

RÊJEYA MIRINA KARKARÊN KOÇBER ZÊDE YE

Di raporê de hate diyarkirin ku ji ciwanên karker ên jiyana xwe ji dest dane 260 koçber bûne û rêjeya mirina karkerên koçber du qat ji rêjeya giştî ya qezayên kar zêdetir e. Hat destnîşankirin ku bi tedbîrên erzan dikarin pêşiya qezayên ku dibin sedema mirina karkerên ciwan asteng bikin.

RÊJEYA SENDÎKABÛNÊ PIR KÊM E

Di raporê de hat diyarkirin ku ji sedî 3,36 ê ciwanên karker jiyana xwe ji dest dane sendîka ne û hat ragihandin ku karkerên sendîkayî herî zêde di sektora maden, metal û kîmyewî de dixebitin.

LI GORÎ TEMEN KARKERÊN CIWAN JIYANA XWE JI DEST DANE

Di raporê de belavbûna temenê karkerên ciwan ên jiyana xwe ji dest dane jî heye: 205 karkerên ciwan ên 18 salî, 279 jê 19 salî, 288 jê 20 salî, 213 jê 21 salî, 318 jê 22 salî, 350 jê 23 salî, 342 jê 24 salî û 487 jî 25 salî jiyana xwe ji dest dane.

Di dawiya raporê de mirina karkerên ciwan li gorî bajaran hatin belavkirin û navên 2500 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dane de cih digire.

Nivîsa Pêş