MINBIC – Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Minbicê bi navê şehîdan parka bîranîna şehîdên azadiyê li navçeya “El-Sirb” a parêzgeha Minbicê vekir. Ev yek bi amadebûna nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, Tevgera Ciwanên Şoreşger û tevgerên xweser a jin pêk hat.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşe dest pê kir û piştre ji aliyê saziyan ve gelek axaftin hatin kirin.
Hind Daxistanî ku bi navê Rêverberiya Xweser axifî bû bal kişand li ser berxwedana Şehîdan ku canê xwe ji bo welatê xwe feda kirine. Rêvebera Komeleya Jinan a Zenobîa jî axifî û got Şehîden bingeh ji bo şaristaniyê avakirinê û diyar kir ku Şehîd ew ê ku tekoşîn dike ji bo bi awayekê rast jiyana xwe ji dest dide.
Piştî axaftina saziyan stran ji bo Şehîdan hatin gotin û gerandina dilan dawî bû.