NAVENDA NÛÇEYAN – MAK’ê (Milisên Azadiya Kurdîstan) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di 11’ê Gulanê de li herêma Şehîd Remzî ya Amedê ya li gundê Mala Farqînê kamerayên hêzên dagirker rûxandine.
Daxuyanî wiha ye:
Li dijî Operasyonên Leşkerî û Siyasî li Kurdistanê ji aliyê MAKê ve çalakiyek seferberî!
“Di 11’ê Gulanê de milîsên me li qada Şehîd Remzî ya Amedê li gundê Mala Farqînê kemînên kamerayên hêzên dagirker dîtin. Milîsên me yên ku li herêmê xebatên lêgerînê dikirin, mudaxeleyî van kamera û alavên teknîkî yên artêşa Tirk a dagirker kirin.
Banga me ji hemû gelê me û ciwanên me re ew e ku van teknîka dagirkeran li ku derê tespît dikin tine bikin û xeta berxwedanê ya pêwîst nîşanî dagirkeran bidin.”