MARSÎLYA- Bi banga CKF (Ciwanên Kurdîstanî ên Fransa) û bi pêşengiya Meclîsa Şehîd Tîjda Ekecîk a Marsîlyayê, ciwanên Kurd, gelê Kurd û dostên wan, di çarçoveya “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” li Qada Canebiere hatin cem hev.
Girseya gel li Qada Canabiere kom bû û heta Qada Vîeûx Port meşiyan, bi qîrîna dirûşmeyan û broşureke Fransî ya tecrîda siyasî ya li ser Rêbertî, girtina bi salan a bêhiqûqî û bi giştî jiyana Rêbertî vedibêje, meşiyan.
Ciwanan bi pankarta ku bi taybet amade kiribûn meşiyan û bang li CPT’yê kirin ku “li Îmraliyê çi diqewime vebêje”. Ciwanan bi 3 fîgurên meymûnên ku di çalakiyê de hatin bikaranîn ev rewş protesto kirin û ji hemû saziyên mirovahî û dewletên Ewropayê bi taybetî CPT pirsîn ku çima li hemberî Rêbertî û pirsgirêka Kurd “Ker, Kor û Bêdeng” dimînin.
Girseya gel gihişt qada Vîeûx Port û ji bo Şehîdan 1 deqîqe rêz girtin.
Çalakiya bi pêşengiya CKF’ê bi deqeyek rêzgirtinê berdewam kir û piştre Berdevkê CKF’ê yê Marsîlyayê Serhildan Varto axivî.
Serhildan Varto di axaftina xwe de diyar kir ku di van 2 salên dawî de ciwan rastî qirkirina çandî û siyasî hatine û bal kişand ser erka ku Rêber APO daye ciwanan. Bilêv kir ku weke ciwanên Kurd van pêkanînan qebûl nakin û di şexsê Rêbertî de ciwan di bin tecrîdê de ne; Got, “Weke ciwanên CKF’ê heta ku ev pêkanîn neyê rawestandin em ê kolanan neterikînin. Em ne tenê bi dirûşme, em fedaiyên Rêbertî ne.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bijî Berxwedana Zindana” ji aliyê ciwanên Kurdistanê ve bi dawî bû.