REQA – Îro Buroya Jinên Ciwan a Rêveberiya Ciwan û Werzîşê li parêzgeha Reqayê pêşbirka bisiklêtê ya jinan li dar xist. Pêşbirk ji Parka El-Reşîd heta Stadyûma Şaredariyê dest pê kir. Zêdetirî 15 werzişvanên jin di pêşbirkê de beşdar bûn.
Ji bo hemû pêşbirkvanên ku beşdarî pêşbirkê bûne xelat hatin dayîn. Meclisa Ciwan û Werzîşê diyar kir ku ew ê çalakiyên bi vî rengî yên teşwîqkirina jinên ciwan ji bo werzîşê wê her berdewam bikin.