GEVER – Tecrîda mutleq a 4 sal in li ser Rêber APO tê meşandin, li taxên Orman, Kişla, Dize, Cûmhûriyet û Yenî yên navçeya Geverê ya Colemêrgê hate protestokirin. Gelê Geverê bi daxwazên “Ji Rêber APO re azadî û çareseriya pirsgirêka Kurd” dadgeh boykot kirin û piştgirî dan girtiyên ku derneketine malbat û telefonan. Her wiha bertek nîşanî cezayên giran ên di bûyera Kobanê de li siyasetmedaran hatin dayîn.
Xelkê li gelek nuqteyan agir pêxistin û tenûran deng derdixistin. Polîsan bi bombeyên gazê, fîşekên plastîk û ava şid êrîşî gel kir. Ciwanan di çalakiyê de bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaî Apo ye”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor” gelek caran hatin berzkirin.