NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê di daxuyaniyek de eşkere kir ku li Silêmaniyê kesek bi kêrê êrişî keça xwe kir û kuşt. Hat gotin kujer hatiye binçavkirin û lêpirsîna li gel de berdewame.
Îro Rêveberiya Polîsên Silêmaniyê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand, piştî ku ew ji bûyera kuştina jinek ciwan hatine agahdarkirin, dest bi lêkolînê kirine. Hat gotin di encama lêkolînê de derket holê ku bavê wê jina ciwan bi kêrê êriş kiriye û keça xwe bi giranî birîndar kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî jina ciwan rakirin nexweşxaneyê ji ber birîna wê giran bû, jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin kujer hatiye binçavkirin û lêpirsîna li gel de berdewame.
Hêjayî gotinê ye, ev duyem bûyera kuştina jina ye di meha Gulanê de. Her wiha ji destpêka salê ve jî 24 bûyerên kuştin yan jî mirina bi guman a jinan li deverên cûda yên Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.