NAVENDA NUÇEYAN- Ji bo bîranîna şehîdan
“Ji hûnera Kurd re mizgîniyek, ji şoreşa Kurdistanê re qehremanek!
Yê ku dixwaze şoreşgerek be, pêwîst e bizane ku rakirina vê berpirsyartiyê hûnerek e. Yê ku di nava PKK de, qehremantî kiriye û tevlî karwanên şehîdan bûye, beşek, rûpelek ji romaneka bêdawî ye. Gotinek ji kilamekê ne, belkî gotinek ji helbesta me bin. Taybet di nava PKK de, em bi tenê qala rakirina çekekê nakin. Ji ber ku em behsa fêrbuyina hezkirinê dikin, em fêr dibîn li beramberî jiyanê rêzdar bîn û bimeşîn. Şehîd, rêzanên vê rêkê ne. Yek ji wan rêzanên mezin, qasidên hest, peyam û vîna mezin jî, hevala Mizgîn bû. Gurbet Aydin, bi nasnameya xwe ya hunermendî Hozan Mizgîn jî tê naskirin, di sala 1962an de li gundê Bileyder a Batmanê hate dinê. Beriya darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980, derbasî Ewropayê bû û ji kar û xebatên hûnerê re pêşengtî kir. Dema ku em dibêjîn “hûner” em bi tene behsa lêdana tembûrekê yan gotina kilamekê nakin, rêheval hozan Mizgîn, nişan da ku her şoreşgerek hûnermendek e. Heval Mizgîn di avabûyina Yekitiya Azadiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê (YAJWK) xwedî ristek dîrokî bû. Di wan salan de, li Ewropa hem kar û xebatekê berfireh meşand, ê ku jinan ber bi azadiyê ve dibir, di heman demê de, hûnera Kurd a şoreşger gihand astek û merheleyek nû. Bi stranên xwe hem êşa gelê Kurd vedigot, lê li kêleka vê jî, serkeftina PKK û jiyana şehîdan vedigot. Bi kesayeta xwe ya bi bandor, bi dengê xwe yê narîn û heta jî bi kenê xwe, bu sebeba ku bi sedan jin û taybet jî malbatên Kurd bixwazibin, PKK’ê ji nêztir ve nasbikin.
Heval Mizgîn ev yek eşkere kir, ku şoreşgereka PKK bi tenê bi tiştekî ve sînordar ve namîne. Li kêleka çeka xwe, tembûrek hilgirt. Li ser çiyayan, destanek dinivîsand, carna jî li ser dîkê, strana welatekî vedigot. Hevala Mizgîn bi tekoşîna xwe heta roja îro jî şopên xwe hîştin. Navê Mizgîn, li bi sedan jinên ciwan hatiye kirin, bi sedan şervanên PKK ên jin navê Mizgîn hilgirtin û heta niha jî stranên Şehîd Mizgîn têne guhdarkirin û vegotin. Heger em îro behsa bîrdoziya rizgariya jinê bikin yan behsa rista jina Kurd di nava çand û hunera Kurd de bikin, pêwîst e mîrov qala Şehîd Mizgîn jî bike. Yên ku bingeha van diyariyan û mîrasan ava kirine, fedayiyên wekî hevala Mizgîn ne.
Dengê tenê dengê hevala Mizgîn jî têrê dikir ku bikaribe mirovekî heta kûrahiya dêruniya wî bandor bike. Mînakên wisa di dîroka PKK de û di dîroka Kurdistanê de, rûpel di romana Kurd de zêde kirin. Hozan Mizgîn ku li Ewropayê di damezirandina Koma Berxwedan de cîh girt, di gelek albûman de stranên şoreşgerî digotin. Pişt re derbasî çiyayên Kurdistanê bû û bi nasnameya xwe ya hunermend di nav refên gerîlla cih girt. Ji Mêrdînê heta Garzanê li gelek herêman gerîlatî kir. û weke fermandar wezîfe girt. Bi kesayeta xwe ya dewlemend bû fermandara eyaleta Mêrdînê û heta niha jî gelek malbat biwelatparêzîya ku heval Mizgîn di nava wana d xurt kiriye jiyan dikin. Bi çeka xwe darbeyên mezin li dijmin dan lê bi gotinên stranên xwe jî, darbeyên gelek mezin li dijmin dan. Ji ber ku stranên ku Şehîd Mizgîn digotin û dinivîsandin, welatparêziyeke kûr îfade dikin. Di strana xwe ya bi navê “welatê min” wiha dibêje:
“Nava çolan em winda bûn,
Em wekî Zînê û Leyla bûn,
Dost ji me re peyda nedibûn.
Te nadin min, welatê min”
Ev gotin xwedî wateyekî pir kûr in heger mîrov zirav li ser bifikire. Eşq û hesreta ku gelê Kurd di nava dilên xwe de dihewîne bêdawî ye. Tekoşîna ku PKK daye destpêkirin ji binê sifrê destpêkir û xwe gîhand zîrvê. Û ji vir şûnde, tekoşîna xwe berztir kir. Bêgûman ev tekoşîn ne hêsan bû. Ji ber dijminê mezin û hov di
pir mirovan de hişmendiyên ku bêhêvîtiyê di nava xwe de dihewînin ava kiriye, evîn hatiye cemidandin. Lê mirovên wekî hevala Mizgîn heta guleya xwe ya dawiyê li hemberî wana.”
Çavkanî: Kovara Ciwanên Welatparêz