QAMIŞLO – Ji bo oxirkirina şervanê ereb ê Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD’ê) Mazlûm Qamişlo (Basil Lorans El Hiso) ku encama birîndariya li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê di êrişa çeteyan de şehîd bû, merasîmekî hat li darxistin.
Merasîm ji Beradeya Şehîdan dest pê kir û bi meşekî ber xwe da Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan.
Bi sedan şêniyên Qamişlo bi berzkirina sloganan cenaze pêşwazî kirin. Her wiha, ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat rawestîn. Piştî wê, ji aliyê endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Hêzên Sûriyê Demokratîk û Kongeya Îslama Demokratîk axaftin hatin kirin. Di axaftinan de kesayeta şehîd Mazlûm hat bibîranîn û rihê wî yê biratiya gelan hat diyar kirin.
Piştre weşîqeyê şehadetê hat xwendin û radestî malbata şehîd Mazlûm hat kirin. Di dawiyê de cenaze hat veşartin.