MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Memxûrê di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê de tûrnûvaya voleybolê hat destpekirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Memxûr) di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) de tûrnûvaya valeybolê diyarî şehîden ‘Cenga Azadiye’ hat kirin û hat destpekirin.
Di tûrnûvayê de 10 tîm cihe xwe digirin, endamên tîman jî ji endamên saziyên wargehê û ciwanên her çar semtên wargehê pêktên.
Tûrnûvaya voleybolê li navenda Tevgera Ciwanan a Mexemûrê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtine Endamê Tevgera Ciwanan a Mexmûrê Sîpan Yaman axivî.
Sipan Yaman di axaftina xwe de bal kişand ser hêza ciwanan ya di nava civakê de û wiha got: “Hêza pêşengtî ji civakê re dike û li ser lingan dihêle bêgûman ciwanin. Gelek ciwanên gelê Kurd ji bo azadiya Kurdistanê bi fedayî şer kirin û şehîd bûn. Em wan hemûyan bibîr tînin û vê tûrnûvayê dikin diyariyê wan. Ji bo rêxistinkirina ciwanan û komkirina ciwanan ya gel hev me pêwîstî bi tûrnûvayek wiha dît. Em wê sozê didin şehîdên xwe emê heta dawî şopdarî rêya wan bin.”
Her wiha piştî daxuyaniyê tîma Semta Şehîd Çîçek û Şehîd Xebat hatin beram berî hev.