NAVENDA NÛÇEYAN – MAK (Milîsên Azadiyê Kurdîstan) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 11’ê Gulanê danê êvarê saet di 19.00’an de li dijî avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê ya li Kolana Cûmhûriyetê ya Mêrdînê ya Nisêbînê çalakiyek bi teqemeniyên destan hatiye çêkirin.
Daxuyanî wiha ye:
Li Dijî Operasyonên Leşkerî û Siyasî yên Kurdistanê seferberiya Çalakiya Milîsên MAK’ê
“Milîsên me li Nisêbîna Mêrdînê li dijî Midûriyeta Emniyetê ya navçeyê ya polîsên îşkencekar bi teqemeniyên destçêkirî çalakiyek li dar xistin.
11’ê Gulanê danê êvarê saet di 19.00’an de Milîsên me li dijî avahiya Midûriyeta Polîsan a Navçeyê ya li Kolana Cûmhûriyetê bi teqemeniyên destçêkirî çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de bi taybetî polîsên faşîst ên nobedê hemû îşkencekar xwe avêtin wesayîtên zirxî û avahiyan reviyan. Piştî çalakiyê dema ku Milîsên me bi awayekî serketî paşve vekişiyan, polîsên dagirker ên Tirk reviyan û bêbandor man.”