AMED – Mîlîsên MAK (Mîlîsên Azadiya Kurdistan) li Amedê çawîşê pisporê Murat Doğan cezar kir û bi daxuyaniyekê agahiyên ser we çalakî bi wî rengî parve kir:
“Di 17’ê Gulanê de Milîsên MAK’ê Murat Doğan ê ku çawîşê pispor ê cendirmeyê di artêşa Tirk a dagirker de li Çiyayê Kirklar a Amedê wezîfedar bû, ceza kir. Hat diyarkirin ku çawîşê pispor ê cendirmeyê efserê taybet ê îstîxbarata artêşê li herêmê bû û ji aliyê gelê herêmê ve bi karê xwe baş dihat naskirin û ji bo ciwanên kurd bike sîxuran û bîne xwarê dixebitî. Dema ku li ser karekî wiha bû, bi agahiyên ku Milîsên me girtin, ev kes bi awayekî plankirî kemîn danîne, bêbandor kirin û jê pirsîn. Milîsên me dema lêpirsîna vî dagirkerî kirin, der barê xebatên wî û hêzên din ên şerê taybet de gelek agahî bi dest xistin. Di encama çalakiyê de çawîşê pispor ê cendirmeyê Murat Doğan bi yek fîşekekê bi awayekî profesyonel hat cezakirin û çeka ku li xwe kiribû jî ji aliyê Milîsên me ve hat desteserkirin. Tevî ku artêşa Tirk a dagirker û çapemeniya şerê taybet dizanin ev leşker çawa hatiye cezakirin jî bi ti daxuyaniyekê ji malbat û raya giştî re rastiyan vedişêrin.
Li hemberî têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Civaka Kurdistanê, dewleta Tirk ji bo gelê Kurd bitirsîne û ciwanên Kurd ji refên têkoşînê dûr bixe, her cure polîtîkayên şerê taybet bi rengekî herî bêhempa dimeşîne. Îstîxbarat, polîs û karkerên şerê taybet ên girêdayî dewlet û artêşa Tirk a dagirker li her qada ku gelê me yê welatparêz lê kom bûye, polîtîkayên tiryak, fuhuş, sîxurî û asîmîlasyonê bi awayekî herî bêexlaqî dimeşîne. Leşker û efserên îstixbaratê yên girêdayî artêşa dagirker wekî sivîl bi kiryarên bêexlaqî li gel jinên ciwan tevdigerin. Divê ciwan û jinên Kurd ên welatparêz vê jiyana qirêj a ku xizmeta şerê taybet dike û nirxên exlaqî binpê dike, red bikin. Divê ciwan xwedî li nirxên xwe yên bingehîn û têkoşîna wan a ku sedema hebûna wan e, îradeya rastî û hêza rêxistinkirî ya ciwanên Kurd nîşanî rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bidin.
Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku li dijî leşkerên xwînxwar ên şerê taybet ê Tirk û hevkarên wan ku vê jiyana bêexlaq li ser ciwanên me û jinên Kurd ên bi rûmet ferz dikin, bibin xwedî helwest. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û ciwanên Kurd ên berxwedêr dikin ku li dijî dagirkerên ku li qehwexane û kolanan hewl didin ciwanên me bikşînin nava gola tiryakê û fuhuşê. Milîsên MAKê ji niha û pê de wê giraniyê bidin leşker, polîs û îstîxbarat û hevkarên wan ên ku di nav gelê me de polîtîkayên wisa qirêj organîze dikin.”