NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat beşdarî bernameya Medya Haber TV’ê bû û têkildarî rastiya saziyên navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê, pêngava “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî”, Şehîdên Meha Gulanê, biryarên Doza Kûmpasê ya Kobanê û armancên wê û siyaseta Tirkiyeyê nirxandin kir.
Hevpeyvîna bi Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat re hatî kirin, bi vî rengî ye:
“Em timî nirxandinan dikin. Pêngava ji Rêbertî re azadî jî hat qonaxeke girîng. Lê fêmkirin û nirxandina rewşa CPT, Konseya Ewropa û bi taybetî hêzên ku Komploya Navneteweyî pêk anîn û sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ava kirin, pir girîng e. Li Îmraliyê polîtîkayên qirkirinê ji van hêzan serbixe, pêk nayên. Li hemberî Rêbertî komployeke navneteweyî hat pêkanîn. Armanca wan îmhakirina Rêbertî bû. Ev bi ser neket. Tedbîrên Rêbertî ev yek vale derxist. Di rastiyê de beriya 15’ê Sibatê tiştekî wiha armanc dikirin. Ev vale derket. Piştî ku Rêbertî teslîmî Tirkiyeyê hate kirin, ji aliyê Emerîka û CIA’yê ve; Ewropa û CPT jî di nav de li Îmraliyê sîstemek hate avakirin. Ev sîstemeke navneteweyî ye. Berpirsyariya vê sîstemê hat dayîna Tirkiyeyê. Lê ev yek berpirsyariya van hêzan ji holê ranake; Ji ber ku yên ev sîstem ava kirine, ev hêz in. 25 sal in bi rengekî bê navber li Îmraliyê sîstema êşkence û tecrîdê tê pêkanîn. Di nava 4 salên dawî de îzolasyon û tecrîdeke mutlaq heye. Rêbertî nikare ti hevdîtinan bi parêzerên xwe re bike. Bi temamî têkîliyên wî yên bi derve re hatiye qutkirin. Em ti agahiyê ji Îmraliyê nagirin. Ev sîstem di bin kontrol û çavdêriya hêzên navneteweyî de tê meşandin.
Herî dawî CPT daxuyanî da. Ragihandin ku herî dawî di Îlona 2022’yan de çûn Îmraliyê, lê ji ber ku Tirkiye qebûl nake, vê raporê pêşkêşî raya giştî nakin. Dîsa ragihandin ku di sala 2023’yan de şandeya CPT çûye Tirkiyeyê, çûye girtîgehên cur be cur ên Tirkiyeyê, lêkolîn kirine, lê neçûne Îmraliyê. CPT çima di sala 2023’yan de neçû Îmraliyê? Naçe girtîgeheke ku Rêberê Gelê kurd lê tê girtin û lêkolînê nake. Çima? CPT divê vê eşkere bike. Ti qîmeta daxuyaniyên Serokê CPT’ê nîne. Yanî ji dervey mezinkirina fikaran û zêdekirina pirsan, ti encamek din dernexist holê. RAPORA Îlona 2022’yan ji raya giştî re eşkere nakin. Di sala 2023’yan de diçin Tirkiyeyê, lê naçin Îmraliyê û ti daxuyanî jî ji raya giştî û Kurdan re nayê dayîn. Çima? Konseya Ewropa û welatên Ewropayê dixwazin çi bikin? Hêzên ku ev sîstem ava kirine, dixwazin çi bikin? Gelê Kurd şîroveya vê yekê dixwaze.
DIVÊ EM PIŞTGIRIYA CPT’Ê YA JI BO POLÎTÎKAYA QIRKIRINA LI DIJÎ KURDAN TEŞHÎR BIKIN
Niha bi dewleta Tirk hevkariya sûc dikin. Ji destpêkê û vir ve ji bo îmhakirina Rêbertî, planek hat meşandin. Ev plan beriya 15’ê Sibata 1999’an vala derket, lewma vê carê polîtîkayeke îmhayê ya belavî demê hatî kirin tê pêkanîn. Dibin hevkarê polîtîkayên qirkirinê yên ku dewleta Tirk li dijî Kurdan dimeşîne. Ev polîtîkayên qirkirinê tên destekkirin. Ev tê çi wateyê? Ev hêz jî dixwazin li Tirkiyeyê şerekî navxweyî çêbibe. Şerê qirkirinê yê ku Tirkiye li dijî Kurdan dimeşîne, dikeve xizmeta berjewendiyên van hêzan. Bi vî rengî difikirin ku wê timî Tirkiyeyê kontrol bikin, di polîtîkayên Rojhilata Navîn de wê Tirkiyeyê bi kar bînin. Ev polîtîka li gorî vê yekê dîzayn kirine. Lê gelek rû bi rûyê qirkirinê dimîne. Durûtiya Ewropayê, nêzîkatiya wê ya berjewendîperest û pragmatîk pir deşîfre bû. Lewma divê em vê sûcê durûtiya CPT’ê ku bûye amûreke siyasî ya Konseya Ewropayê, hîn zêdetir teşhîr bikin û ji bo ku ev hêz helwesteke rast raber bikin, divê em têkoşînê mezin bikin. Ev pir girîng e. Divê em bi têkoşîna xwe, piştgiriya van hêzan a ji bo dewleta Tirk pûç bikin, asteng bikin û biguherînin. Ev hêza me ya têkoşînê heye. Divê em vê yekê hîn xurttir û rêxistintir bimeşînin.
Beriya demek nêz li Ewropayê bi ser Medya Haber TV û Stêrk TV; Çapemeniya Kurd de girtin. Bi daxwaza Fransayê, Belçîkayê êrîş pêk anî. Ev êrîş jî ji vê konseptê cuda nayê nirxandin. Ev êrîş ji bo gelên Ewropayê jî zirareke mezin e. polîtîkaya ku niha ji aliyê welatên Ewropayê ve tê meşandin, zirareke mezin dide civaka Ewropayê. Di vî warî de divê em paradîgma û fikrên Rêbertî hîn zêdetir belavî civaka Ewropayê bikin, civaka Ewropayê bikêşin nav têkoşînê, pêngava ji Rêbertî re azadî hîn zêdetir gerdûnî bikin û pêş bixin.
Dewleta Tirk li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Bi taybetî 4 sal in bi ti rengî agahî ji Îmraliyê nayê wergirtin. Me daxuyaniyên bi rengekî bêrêz ên Wezîrê Edaletê dîtin. Bi rastî hema bêje henekê xwe li gelê Kurd, civaka Tirkiyeyê û cîhanê kir. Henekê xwe li gelan û mirovahiyê kir. Rojên borî hevalan jî nirxand; helbet eger piştevaniyek wî nebe, eger xwe nespartiba polîtîkaya heyî ya hêzên navneteweyî, nedikarî bi vî rengî bêrêz û nemerdane baxive. Dibêje, “Li Îmraliyê tecrîd nîne”. Li Îmraliyê sîstemeke êşkence û qirkirinê heye, îzolasyoneke mutlaq heye, hiqûq hatiye binpêkirin, ti qûralên hiqûqê nayên pêkanîn. Sûcê mirovahiyê tê kirin, lê dibêje; “li Îmraliyê tecrîd nîne!” Gelo nêzîkatiyeke wiha nermedane dibe?
TÊ XWESTIN KU RÊBERTÎ BIKIN MIJARA BAZARIYÊ, LÊ RÊBERTÎ HELWEST NÎŞANÎ VÊ YEKÊ DA
Me di pêvajoya hilbijartinê de dît, rayedarên AKP’ê ji bo bidestxistina Stenbolê hêvî û rica ji Kurdan dikirin. Peyamên hatine dayîn, em kêm zêde dizanin. Gotin dengê xwe bidin Mûrat Kûrûm, ger pêwîst bike em ê parêzerekî bişînin Îmraliyê û bila bi Ocalan re hevdîtinê bike. Xwestin Îmraliyê, sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê û rewşa Rêbertî ev qasê bi nemerdane bikin mijara bazariyê.
Em her tim dibêjin; Li Îmraliyê ne hiqûq, ne exlaq û ne jî wijdan heye. Siyaset û pêkanîneke pir bê exlaq heye. Rewşa Rêbertî bi temamî hatiye veguherandina amûrekî. Tê xwestin ku di destê desthilatdariyeke faşîst de bibe amûreke siyasî û mijara bazariyê. Tê xwestin ku îradeya Kurdan bişikînin û têkoşîna azadiyê ya Kurdan tasfiye bikin. Ji bo Kurdan teslîm bigirin, dixwazin veguherînin amûreke bazariyê, gef û şantajê. Lewma Rêbertî helwest nîşan da. Herî dawî dema bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî, bi tundî helwest nîşan da. Got, “hûn sûc dikin”. Got, “hûn ê têkoşîna hiqûqî bimeşînin”. Got, “Ji xwe tişta li Îmraliyê tê kirin, sûcekî mirovî ye. Hûn ê li dijî vê yekê têbikoşin. Hûn ê helwestên welê nîşan nedin ku vê yekê rewa bikin.” Rêbertî di axaftina bi telefonê ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kirî de, sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê weke rewakirin nirxand. Ev nêzîkatî û hewldan pir xeter dît. Weke ketina xefika dewletê, nirxand. Got, “bi lîstokên wiha nexapin. Bi zane bin û bi mantiq û zanebûn tevbigerin.” Got, “astên siyasî û îdeolojîk ên vî karî, weke ku astên wê zêde ne binirxînin û bibînin.” Hevalan jî hişyarî kirin. Raste yanî. Divê em têkildarî vê yekê bi rengekî pir xurt têkoşînê bimeşînin. Pêngava ji Rêbertî re azadî, divê bi taybetî em li Bakur û navenda Tirkiyeyê xurt bikin.
TECRÎD PIRSGIRÊKA GELÊN TIRKIYEYÊ JÎ YE
Niha çalakiyên “deng bide azadiyê” tên pêşxistin; ev girîng e. Malbatên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin berxwedana zindanê, li dijî tecrîda li Îmraliyê hefteyê rojek-du rojan çalakiyên protestoyî lidar dixin, lê ne têrker e. Ji ber ku ev ne rewşeke ku tenê malbatên girtiyan, eleqeder bike. Rewşeke welê ye ku bi milyonan Kurdan eleqeder dike. Rewşeke ku gelekî qasî 40-50 milyonî eleqeder dike, mirovahiyê eleqeder dike. Ev sûcekî mirovahiyê ye. Ev li dijî civaka Tirkiyeyê jî komployek e. Ev kemînek e. Bi vî rengî siberoja civak û gelên Tirkiyeyê tê tarîkirin. Bi rastî jî Tirkiye bi vî şêwazî dikeve nava agirekî dojehê. Ji xwe ketiye nav de. Ji xwe eger bi vî rengî bidome, wê ev rewş ber bi şerê navxweyî ve biçe. Wisa tê fêmkirin ku hêzên navneteweyî û ev desthilatdariya faşîst jî vê yekê dixwaze. Ev yek tê wê wateyê ku Tirkiye parçe parçe bibe. Tê wê wateyê ku Tirkiye bê navber di nava agirê dojehê de bişewite. Divê civaka Tirkiyeyê vê yekê bibîne û li dijî vê yekê helwest nîşan bide. ev sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya ku li Îmraliyê li dijî Rêbertî tê meşandin, tenê di şexsê Rêbertî de li dijî gelê Kurd nayê pêkanîn; li dijî civak û gelên Tirkiyeyê jî tê pêkanîn. Li dijî jinan, li dijî mirovahiyê tê pêkanîn. Qasî ku li dijî gelê Kurd komployek e, li dijî gelên Tirkiyeyê jî komployek e. Rewşenbîrên Tirk jî divê têkildarî vê yekê rexneyên xwe bikin û bibin têkoşer, divê civaka Tirkiyeyê bi zane û bi hestiyar bikin. Hemû hêzên demokrasiyê divê li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê rabin. Çavkaniya bingehîn a bêhiqûqiyê, bêhiqûqiya li Îmraliyê ye. Em vê yekê her tim dibêjin. Ev rastî û heqîqetek e. Eger li Îmraliyê hiqûq were pêkanîn, wê hiqûq û edalet were Tirkiyeyê. Ji bo ku li Îmraliyê bêhiqûqî bê navber dewam bike, li seranserî Tirkiyeyê hiqûq nayê pêkanîn. Ji ber ku niha li her derê hiqûqeke qirkirinê, hiqûqeke dijmin tê pêkanîn. Wê li rojhilatê Tirkiyeyê faşîzm hebe, li rojavayê Tirkiyeyê jî demokrasî hebe; gelo ma ev pêkan e? Têkildarî vê yekê ez tenê dixwazim wiha bêjim. Ev ne tenê pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka gelên Tirkiyeyê jî ye. Ev tenê pirsgirêka rewşenbîrên Kurd nîne, ev pirsgirêka rewşenbîrên Tirk û muxalefeta li Tirkiyeyê jî ye. Ji ber ku çarenûsa Tirkiyeyê eleqeder dike.
Divê em bi rengekî pir xurt ji her civakê mirovan tevlî “Pêngava Azadiyê” bikin û mezin bikin. Di rewşa heyî de, têrker nîne. Têkoşîneke ku bê navber dewam dike heye; helbet ev pir bi wate ye. Encamên vê yekê yên siyasî û civakî yên pir girîng hene. Lê têrker nîne. Divê bi rêbazên hîn dewlemendtir, bi rengekî hîn berfirehtir em gelek beşan tevlî bikin, fikir û paradîgmaya Rêbertî bi rengekî hîn xurttir belav bikin, pêngavê bikin gerdûnî, bi rengekî herî xurt bimeşînin, encamê werbigirin û teqez azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin.
MEHA GULANÊ MEHEKE WELÊ YE KU KARAKTERÊ TÊKOŞÎNÊ YÊ TEVGERA PKK’Ê DIYAR DIKE
18’ê Gulana 1977’an heval Hakî Karer li Dîlokê ji aliyê rêxistina Stêrka Sor a sîxûr û provokator ve hate qetilkirin. Dîsa 18’ê Gulana 1973’yan li zindana Amedê ji pêşengên şoreşger ên Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya bi êşkenceyê hate qetilkirin. Ez di şexsê Hakî Karer û Îbrahîm Kaypakkaya de, hemû şehîdên Gulanê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ji ber şehadeta heval Hakî Karer a 18’ê Gulanê, di dîroka Partiya me de ev roj weke roja Şehîdan jî tê pênasekirin û bîranîn. Meha Gulanê di heman demê de weke meheke şehîdan jî pênasekirin. Di tevahiya meha Gulanê de gelek hevrêyên hêja şehîd bûn. Di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de me gelek hevalên hêja yên pêşeng, şehîd dan. Mehmet Karasûngûr, Hozan Mizgîn, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay-Çaran, dîsa Qasim Engîn, ji tevgera şoreşê ya Tirkiyeyê Denîz Gezmîşan, Îbrahîm Kaypakkaya, Sînan Cemgîller… yanî hem ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê hem jî ji aliyê tevgera şoreşê ya Tirkiyeyê ve meheke ku rêberên pêşeng lê şehîd bûne. Di her roja meha Gulanê de gelek hevalên hêja şehîd bûne. Di vî warî de meha Gulanê meheke welê ye ku karakter û nasnameya têkoşînê ya tevgera PKK’ê diyar dike.
Xeta têkoşînê ya PKK’ê timî li dora xeta sosyalîzma demokratîk û paradîgmaya netewa demokratîk pêş ket. Di rastiyê ji roja hatî damezrandin û vir ve ji sosyalîzma reel bandor bibe jî, PKK tevgerek e ku li ser xeta sosyalîzma demokratîk, paradîgmaya netewa demokratîk û diyalektîka netewa demokratîk têkoşîn meşand. Lewma PKK qasî Kurdistanîbûnê, bû tevger û partiyeke gerdûnî jî. Heta roja îro jî bi vî rengî hat. Şoreşa Kurdistanê û ya Tirkiyeyê timî di nava hev de nirxand. Lewma em dibêjin çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, di heman demê de demokratîkbûna Tirkiyeyê jî ye. Yanî em dibêjin, Kurdisana azad, Tirkiyeya demokratîk e. Ji wê rojê heta îro ev têkoşîn belav bû, mezin bû û hat. Ji vir û şûnde jî ev têkoşîn wê li ser vê xetê gerdûnî bibe, mezin bibe û teqez wê bigihije encamê.
DOZA KOBANÊ, PARÇEYEKÎ ÊRÎŞA QIRKIRINÊ YA TOPYEKÛN E
Doza qirkirin û siyasî ya Kobanê bi salane dewam dike. Em bi ti rengî nikarin vê dozê ji şer û doza qirkirina Kurd cuda binirxînin. Ev asta siyasî ya polîtîkayên qirkirina giştî ye. Di raya giştî de ji aliyê tevgera Kurd û tevgera demokrasiyê ya Tirkiyeyê ve weke Doza Kûmpasê ya Kobanê tê pênasekirin, lê ji aliyê me ve doza qirkirina siyasî ye. Ev weke parçeyekî polîtîkayên qirkirinê tê meşandin. Armanc, tasfiyekirina siyaseta demokratîk e. Ji ber ku qirkirina Kurdan tê armanckirin, weke asteke vê jî helbet êrîşên qirkirina siyasî ne. Armanc dike ku di aliyê leşkerî de gerîla tasfiye bike, dixwaze bi qirkirina çandî bi temamî civaka Kurd asîmîle bike û îradeya wê teslîm bigire. Yanî em vê dozê weke parçeyekî êrîşa qirkirinê ya topyekûn dibînin û dinirxînin. Rastiya wê jî ev e. Ji xwe biryarên dadgehê yên doza qirkirina siyasî ya Kobanê jî hatin eşkerekirin. Ev nirxandinên ku me kirine, bi temamî cihê xwe dibîne. Hin kesan; Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel, Ayla Akat Ata û hin girtiyên din berdan. Ev jî lîstokeke hiqûqî û xapandinek e. Sankî li Tirkiyeyê hiqûq tê meşandin, cezayê hinekan qediya ye, cezayê xwe kişandiye û em diberdin, yê hinekan jî hîn cezayê wan neqediya ye û dewam dike. Bi vî rengî hewl dide civaka Tirkiyeyê û cîhanê bixapîne. Yanî ji bo feraseteke welê ava bike ku qaşo li Tirkiyeyê hiqûq tê meşandin. Ji bo vê ferasetê biafirîne, hin kes berdan. Yan ew jî nediberdan. Jixwe niha ji bo Gultan Kişanak û Sabahat Tuncel îtîraz li dozgeriyê kiriye û xwestiye car din bên girtin. Yanî lîstokek e. Lîstokeke hiqûqê ye, ji bo xapandina civakê tê lîstin. Ji xwe ti hiqûq miqûq li holê nîne.
Ev doz ji destpêkê heta dawiyê, dozeke siyasî û doza qirkirina siyasî ye. Bi vî rengî jî dewam dike. Jixwe li Tirkiyeyê ne hiqûq ne jî edalet heye. Li Îmraliyê û girtîgehên Tirkiyeyê rewş li holê ye.
Bi vî rengî hewl dide raya giştî bixapîne.
ARMANCA GOTINÊN NERBÛNÊ BÊBANDORKIRINA MUXALEFETÊ YE
Di şeva heman roja girîng de 7 genalên ji Ergenekonê cezaxwarî hatin berdan. Ev general bi salan li girtîgehan tên girtin. Ji wan re dibêjin genaralên 28’ê Sibatê. Ew jî serbest berdan. Çima ev genaral di heman rojê de serbest berda? Sedema wê yekê jî eşkere ye. Jixwe hemû kes dinirxîne. Ew nirxandin rast in. Ji bo bêdengkirina muxalefetê ye. Armanca serbestberdana wan generalan bêgengkirina CHP û partiyên din ên muxalîf e. Ji bo kesên muxalîf wan rexne nekin, wan ew general serbest berdan. Vaye em dibînin general hatin berdan; ma hiqûq pêk tê, yan jî edalet tê dabînkirin. Wê feraseteke ku her tişt li gorî qanûna bingehîn û hiqûqê tê kirin, ava bike. Bi salan e CHP li ber xwe dide ku ew general werin berdan.
Desthilatdarî di vê mijarê de gelekî tê rexnekirin. Hemû Tirkiye û aliyên muxalefetê desthilatdariyê rexne dikin ku wan generalan serbest berde. Niha bi serbestberdana wan generalan di serî de CHP û aliyên din muxalefetê hatin bêdengkirin. Ku Dibêje: ‘’Ez van generalan serbest berdim, hûn jî Doza Kobanê rexne nekin. Bêedaletî û bêhiqûqiyên ku li kurdan tên kirin, rexne nekin. Ez li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê pêk tînim, hûn jî li hemberî vê yekê dengê xwe nekin û bêdeng bimînin.’’ Ji bo bêdengkirinê ew general hatin berdan. Ev yek bi awayekî zelal li holê ye. Hewceyî bi nîqaşê nîne yanî.
Bi rastî jî a niha ji hêla desthilatdariyê ve siyaseteke pir qirêj tê meşandin. Erdogan dibêje: ‘’Serdema Nermbûnê.’’ Serokê CHP’yê Ozgur Ozel dibêje: ‘’Nermbûn tune ye, serdema normalbûnê ye.’’ A niha têkildarî têgehên ‘’nermbûn û nomalbûnê’’ rojeveke kûr heye. Helbet ev rojev jî rojeva şerê taybet e. Her wiha dubare xapandinek heye. Bi vê yekê dixwazin gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê bixin di nava bendawariyên derewîn. Pêngaveke taktîkî ye. Di desthilatdariya AKP û MHP’yê de deq û dolab pir in. Jixwe xwe weke berdewamiya Osmaniyan pênase dikin. Deq û dolabên û derewên Osmaniyan bi nav û deng in û her kes jî van yekan baş dizane. Di vê desthilatdariyê de deq û dolab pir in û naqedin. Bi gotineke din hemû derd û armanca wan ew e. Hewl didin ku desthilatdariya bidomînin û wextê xwe dirêj bikin. Armanca van gotinên ‘’nermbûnê’’ bêbandorkirina muxalefetê ye. Bi taybet jî armanc bêbandorkirina muxalefeta navxweyî ye.
Weke tê zanîn piştî hilbijartinên giştî yên di 14 û 28’ê Gulanê de CHP’yê hinekî siyaseta rexnekirinê da meşandin. Di pêvajoya hilbijartinên xwecihî de jî muxalefetê doza rexneyên xwe yên li dijî desthilatdariyê zêde kir. Di nava pergalê de li gorî xwe hewl da ku muxalefeteke radîkal bide meşandin. Encamên vê yekê yên girîng jî çêbûn. Polîtîkayeke têkildarî gelê Kurd jî esas girtin. Muxalefetê polîtîkayeke ku cihêbûnê red dike, û hemû civaka Tirkiyeyê û civaka Kurdan di nava xwe de digire, esas girt. Helbet encamên vê yekê çêbûn. Li DEM Partiyê li hin bajarên Tirkiyeyê lihevkirinên bajaran û hevdîtin pêk anî. Dahatên van yekan ji wan re zêde çêbûn. Wisa çêbûn ku CHP di hilbijartinên xwecihî de bû partiya yekem. Desthilatdariyê ev yek ferq kir. Yanî bi taybet jî li wanê ev yek bi awayekî zelal dît. Li wanê hewldaneke desthilatdariyê ya qeyûmî çêbû. Li dijî vê yekê hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê, muxalefeta pergala navxweyî û CHP’yê nerazîbûnên xwe nîşan dan û li dijî hewldana qeyûm derketin. Li wanê li rex gel sekinîn. Vê yekê desthilatdariya faşîst gelekî tirsand. Ger ji niha û pê ve jî hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê li gel gelê Kurd tevbigere, li dijî vê desthilatdariyê têkoşîna hevpar bide meşandin û sekneke diyar nîşan bide wê temenê vê desthilatdariyê zêde dirêj nebe û di nava çend mehan de têk biçe.
Didome…