TEBQA – Îro danê sibê endamên Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê Kovara Jinên Ciwan a bi navê “Silava” li hemû deste û saziyên Rêveberiya Xweser a Tebqayê belav kirin.
Di vê kovarê de gelek nivîsên têkildarî perspektîfên Rêber Apo, perspektîfa jina ciwan, jîneolojî, bîranînên gerîla û gelek nivîsên din hene. Ev kovar ji bo ku civak û hemû saziyan bi xebatên jinên ciwan û têkoşîna wan bidin nasîn û ji bo danasîna fikir û felsefeya Rêber Apo tê amade kirin.