DÊRAZOR – Îro ber evarê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dêrazorê dijî ‘cezayê dîsîplînê’ ya nû ku li hember Rêber APO aliyê dewleta faşîsta Tirk hatiye damezrandin meşekê li dar xist. Rêber APO ku di bin tecrîdeke giran de ye, ji 25’ê Adarê 2021’an heya niha tu agahî nayê girtin. Niha hatiye diyar kirin ku 6 mehên din jî qedexeya hevdîtinên bi parêzeran re hat birin. Ciwanên û Jinên Ciwanên Dêrazorê ji ber we îro meşekê di bin dirûşmeyê ‘Ji Rêber APO re azadî ji pirsgireka Kurd re çareserî’ li dar xist û we şermezar kir.
Meş ji ber Nexweşxaneya Niştîmanî ber bi dorhêla El-Eşra ve destpê kir. Ciwan û Jinên Ciwan banga rakirina tecrîda li ser Rêber APO kirin û vejîna hêzên gerîla silav kirin. Di daxuyaniya ciwanan de ser pêkanînen hovanê dewleta dagirker a tirk bal kişand û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO diyar kir. Ciwanên Dêrazor diyar kirin ku bi biriyarin heya van êrîşên li hemberî Rêber APO na rawestin û Rêber APO azad nebe tekoşîn û berxwedan jî bidominê.