MINBIC – Ber evarê Tevgera Ciwanên Şoreşgêr ya bajarê Minbicê di bin dirûşmeya ‘Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgireka Kurd re çareserî’ meşek li dar xist. Meş derdora xebatkarên paqijîyê dest pê kir û heya Sabaa Bahrat diçû.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO saziyên sivîl û leşkerî û tevgeren xweser jî meşa ciwanan beşdar dibûn. Meş bi deqeyek rêzgirtin ji bo Şehîden Şoreşe dest pê kir û piştrê bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hesên Bekarî axifî. Hesên Bekarî digot: “Em pêkanînên faşîzma Tirk a li ser Rêber APO red dikin û destnîşan dikin ku ramana Rêbertî zîhniyetên gelê me paqij kir. Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger soz didin ku em heta em bigehînen armanca me ya azadiya fîzîkî ya Rêber APO, em ê şopdarê fikrê Rêber APO bin û di giştî cihanê de belav bikin.”
Meşa Ciwanan bi dirûşmeyên ‘Em fedai yên Rêber APO ne’ dawî bû.