REQA – Meş ji qada agirkujiyê ya Reqayê heta bi navenda ciwanan dest pê kir.
Li navenda ciwanan li ser navê ciwanên şoreşger hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyayê ya Reqayê Lutfiye El Hesen daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê soz didin Rêber Abdullah Ocalan û tevahî gelên herêmê ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û gihandina fikrên wî yên azad ji bo tevahî gelan ranawestin.”