NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Îbrahîm Kaypakkaya yên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) wiha gotin: “8’ê Gulanê li navçeya Înegol a Bûrsayê di derdora saet 06.00’an de me febrîqeya tekstîlê ya li Herêma Organîze Sanayiyê da ber agir. Di encama şewatê de zirareke mezin li febrîqeyê çêbû.”
Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt jî hatin diyarkirin:
“Ev çalakiya me weke bersiva li hemberî operasyonên leşkerî yên li dijî gerîlayên azadiyê, hatiye lidarxistin. Li dijî êrîşên înkar û îmhayê, hemû yekîneyên me û gelê me wê înîsiyatîf bigirin û li dijî navendên dijmin bikevin nav liv û tevgerê.
Roj, roja şikandina tecrîdê, mîsogerkirina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û roja paqijkirina dagirkeran a ji Kurdistanê ye.”