GEVER – Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji 18’ê Gulanê û vir ve li taxên Cumhuriyet, Kişla, Orman û Yenî yên Geverê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn diqewimin.
Weke ku tê zanîn di doza Kobanê ya 17’ê Gulanê de gelek girtiyên siyasî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û dagirker ve bi awayekî nehiqûqî û bêhiqûqî bi cezayên giran hatin cezakirin. Li ser vê yekê ciwanên Geverê daketin qadan û bertekên xwe yên li hemberî qirkirina siyasî eşkere kirin.
Ciwanên ku xwestin ji aliyê polîsên dewleta Tirk a faşîst ve bê astengkirin, bi berxwedanê bersiv dan polîsan.
Hate hînbûn ku pevçûnên di 18’ê Gulanê de dest pê kiribûn hê jî bi dijwarî didomin.