TEBQA – Di bin dirûşmeya “Di Hevpeymana Civakî û di Pêşxistina Civakê de Rola Ciwanan” Desteya Ciwan û Werzîşê ya navçeya Tebqayê bi amadebûna endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û tevgerên ciwanan û jinan ên herêmê komxebatekî li dar xist.
Komxebat bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna canê şehîdan dest pê kir. Piştre şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a parêzgeha Tebqayê Mezlûm Yûsif axivî û behsa rola ciwanan û girîngiya wan di civakê de kir. Her wiha pêwîstiya parastina destkeftiyên şoreşê yên ku bi xwîna şehîdan hatine bidest xistin û pêwîstiya xurtkirina semîner û dersên bîrdozî ji ciwanan re diyar kir.
Di komxebat de du xal hatin dest girtin: mijara yekem diyardeyên ku ciwanan rû bi rû dimînin bû, wek madeyên hişber û koçberiyê, û sedem û bandorên wan. Mijara duyem jî çawaniya çareserkirina rewşa ciwanan bû.
Komxebat bi xwendina encamnameyekî ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanan bi dawî bû. Biriyarên ku hatin girtin ev in:
1 – Bilindkirina têkoşînê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo;
2 – Zêdekirina semîner û dersan ji bo hişiyarkirina ciwanan;
3 – Amadekirina Komîteya Çalakiyên Ciwanan û vekirina dewreyên perwerde ji bo dagirtina dema ciwanan û pêşxistina wan.