MINBIC – Endamê Hêzên Ewlekariya Hindurîn (Asayîş) şehîd Şerîf El-Şerîf bi merasîmekî hat oxir kirin. Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê, endamên hêzên leşkerî, saziyên Rêveberiya Xweser, Tevgera Ciwanên Şoreşger û tevgerên jin beşdarî merasîmê bûn.
Cenaze ji pêşiya nexweşxaneya Firat ber bi Goristana Şehîdan a bajarê Minbicê ve çû. Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştre ji aliyê rêveberê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Omer axivî û li ser berxwedana şehîdên azadiyê axivî.
Piştre hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser Ezab Ebûd li ser lehengiya şehîdan, fedekariya şehîdan û têkoşîna wan axivî. Paşê weşîqeta şehadetê hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.