NAVENDA NÛÇEYAN – Xwendekarên ODTÜ (Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn) di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de bal kişandin ser cezayên ku di doza kumpasê Kobanê de li ser siyasetmedaran hatine birîn. Di daxuyaniyê de hemû ciwanên zanîngehê û hemû girtiyên şoreşger ên li ber xwe didin hatin silav kirin û destnîşankirin ku xwendekarên têkoşîna xwe ya wekhevî, aştî û azadiyê berfireh bikin.