REQA – Îro danê êvarê Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Parka Jina Azad a Reqayê li ser jiyana Rêber Apo û têkoşîna wî sînevîzyonekî dan temaşe kirin.
Di serî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat rawestîn. Piştî wê ji bo dest pê kirina çalakiya Bîlal El-Adel axivî. Piştre bi amadebûna dehan ciwan û jinên ciwan sînevîzyon hat temaşe kirin.
Di dawiyê de dirûşmeyên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin berz kirin.