NAVENDA NUÇEYAN- Milîsên Hakî Karer ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH), ragihandin ku wan li dijî operasyonên siyasî û leşkerî yên li Tirkiyeyê û Kurdistanê dest bi seferberiya çalakiyan kirine.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Milîsên Hakî Karer roja 8’ê Gulanê saet di 03.00’an de li navçeya Mudanya ya Bûrsayê wesayîta faşîstek dan ber agir. Di encama çalakiyê de wesayît êdî nayê bikar anîn.”
Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Weke Mîlîsên HBDH’ê ji niha û pê ve hemû çalakiyên me wê weke bersivdana van êrîşên faşîst-qirker pêk bên. ”
Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat bibîr xistin û wiha hat gotin, “Roj roja şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, roja têkbirina dagirkeran û derxistina saziyên wan ji Kurdistanê ye.”