REQA – Bi dirûşmeya “Azadiya Rêber Apo azadiya gelên bindest e” îro Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û daxwaza azadiya wî meşekî li darxist.
Meş ji nexweşxaneya zarokan dest pê kir û heya qada Jina Azad berdewam kir. Li wir ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêzgirtin hat rawestîn. Piştre hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a parêzgeha Reqayê Meşelb El-Turkan axivî. Her wiha, endama Kombûna Jinan a Zenobiya a bi navê Kenana jî axaftinek kir.
Çalakî bi qîrîna dirûşmeyên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.